Nûçe
News
Murat Karayilan jî piştgirî da Mesûd Barzanî
» Murat Karayilan

Başûrê Kurdistanê, 20.07.09 - Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê Murat Karayilan ji bo hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê got ku ew piştgiriyê nadin tu nazematen, lê di vî pêvajoyê hesas de em dibînin ku hêza ragirtina vê peywîrê di Mesûd Barzanî de heye.

Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê der barê hilbijartinên Herêma Kurdistanê ên ku di 25’ê tîrmehê de dê pêk bên ji bo ajansa frensî AFP’ê axivî. Karayilan anî ziman ku ne ji bo Serokatiya Herêmê û ne jî ji bo hilbijartinên parlamentoyê piştgiriyê nadin tu lîsteyan. Em alîgiriyê nakin. Karayilan wiha got: “Wekî rêxistin bêalîbûn me tercîh kiriye. Û em li hemberî tu lîsteyan piştgiriya lîsteyeke din nakin.”

Karayilan ji bo hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê jî wiha got: “Em piştgiriyê nadin tu namzetan. Lê rewşa heyî de em dibînin ku Mesûd Barzanî dê bikaribe li gor hesasiyetên demê bikaribe vê peywîrê ragire. Em vê hêzê di wî de dibînin.”

‘Biryar siyasî bû’

Serokê Konseya Rêveber Karayilan astengkirina Lîsteya Hîwayê jî rexne kir û anî ziman ku ev îhlala demokrasiyê ye. Karayilan wiha pê de çû: “Em hêvî dikin ku hilbijartin serbixwe û demokratîk bin. Her wiha em dibînin ku astengkirina Lîsteya Hîwayê ya ji bo hilbijartinê îhlalkirina demokrasiyê ye.” Karayilan derbirî ku astengkirina Lîsteya Hîwayê biryareke siyasî ye. Li Herêma Kurdistanê di 25’ê tîrmehê de dê hilbijartinên parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê pêk bê. Ji bo 111 kursiyên parlamentoyê 40 partiyên siyasî û rêxistin dê bikevin hilbijartinê. Ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê jî Mesûd Barzanî jî di nav de 6 namzet hene. Di hilbijartinan de cara yekemîn e ku gel dê Serokê Herêma Kurdistanê hilbijêr e. Mesûd Barzanî di sala 2005’ê de ji aliyê parlamentoyê ve wekî Serokê Herêma Federal a Kurdistanê hatibû hilbijartin."

Nivîskar: silav.net