Nûçe
News
TEVKURD: Divêt rastiya neteweya Kurd û Kurdistan resmî bêt qebûl kirin

Amed, 03.06.09 - Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd - Tevkurdê li ser minaqeşe û pêvajoya siyasî ya çareseriya pirsgirêka kurd de civîneke çapemeniyê amade kir û bi ragihand ko di van demên dawîyê de li ser navê çareserîyê, pirsa kurd wek pirsa “mafên nasname, kultur û takekesî” têt nîşan dan.

Daxuyanî bi beşdarbûna birêvebirên Tevkurdê yên wek Sabahatîn Korkmaz, Fûat Onen, Arîf Sevînç, Sidki Zîlan, Nusret Maçin, serokê Komeleya Çirayê Eşref Çakan li avahiya Tevkurdê ji aliyê berdevk Sabahattîn Korkmaz ve hat belav kirin. Korkmaz, di despêka axftina xwe de bal kişand ser minaqeşeyên van demên dawîyê yên çareseriya pirsgirêka kurd de û diyar kir ko wek her miletê medenî tayînkirina paşeroja xwe bi destê xwe û jiyaneka azad mafê miletê kurd yê rewa ye.

Di daxuyaniyê de hat desnîşan kirin ko kurd yek ji wan gelên qedîm yên nişteciyên Rojhilata Navîn e, welatê kurdan Kurdistan, di nav çar dewletan de hatîye parçe kirin û parçeyê mezin di bin hukumdariya Tirkiyeyê de ye ko nêzî 20 mîlyon kurd lê dijîn û weha hat gotin:

- Li gorî konsepta damezrandina Komara Tirk, gelê kurd tune hate hesibandin; ziman, çand, nasname, aîdîyet û bi giştî hebûna kurda û pêve girêdayî mafên mirovî hatin tunekirin. Kurdan tu wext vê statuya heyî qebûl nekirin û ji bo mafên xwe yên tabiî û azadîya xwe xebat û serhildanan pêşxistin.”

Herweha bal hat kişandin li ser polîtîkayên Komara Tirk yên tunekirin, înkar û îmhayê yên li dijî gelê kurd û hat diyarkirin ko pirsa neteweyî ya kurd, bûye wekî pirseke sereke ya Tirkiyeyê û weha hat dom kirin:

- Pirsgirêka kurd, heta nuha ya dihat red kirin, yan jî bi zanatî wek “pirsa paşverûtîyê”, “pirsa terorê”, “pirsa paşdemayînê”, “pirsa cehaletê” dihat bi navkirin. Lê di van demên dawî de vêcarê li ser navê çareserîyê pirs weke pirsa “mafên nasnamê”, yên “kulturî” û “takekesî” tête nîşandan. Ev jî meyzandineke şaş e û heqîqeta meselê dişofîne ko di rastiyê de vana versiyonên wekî dî yên siyaseta neçareseriyê ne.

Helbet alîyên vê pirsê yên sîyasî-aborî-sosyal-çandî û hwd. jî hene. Lê pirsa kurd, pirseke neteweyî ye û divê çareserî jî li vê gorê pêkwere. Wek her miletê medenî tayînkirina paşeroja xwe bi destê xwe û jiyaneka azad mafê miletê kurd yê rewa ye.

Ji ber vê yekê, ya herî pêwîst û girîng ew e ko rasteqîneya netewa kurd û Kurdistan ji alî fermî de were nas kirin û li ser vê zemînê çareserî were pêkanîn. Gotinên serokkomar û serokwezîr yên bi navkirina “pirsa kurd” û di navbera sîyasetmedar û rewşenbîrên tirk de berdewamîya nîqaş û guftûgoyên di derheqê “çareserîya” pirsa kurd de, helbet divê wekî gavên erênî bêne hesibandin. Lê belê heta ko mafê kurdan yê neteweyî û kolektîf neyê qebûlkirin û esas neyê girtin, gotinên li ser “nasnama kurd” jî dê zêde neyên qebûlkirin.

Herweha bi PKKê re yekgirtin, daxwazên “dawîlêanîna şîdetê” û bi “mafên kulturî”re sînorkirina meselê, şaşîtîyeke mezin e ko dikare vê “firseta tarîxî” jî, ji dest bibe. Lewra mesele ne PKK ye, PKK bi xwe yek ji encamên meselê ye. Pirsa kurd, ancax bi perspektîfa wekhevîya netewan û adîlane dikare were çareserkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo pêkanîna zemîna çareserîya pirsgirêka neteweyî ya kurd, daxwaza avêtina van gavan hat kirin:

- Divê dewlet operasyonên xwe yên eskerî û PKK jî têkoşîna xwe ya çekdarî ko ji armanca xwe derketiye, bi daxuyaniyeke fermî eşkere bikin ko bi dawî tînin. Ev ê ji bo çareseriyê rewşeke misaît pêk bîne.

- Hemû girtîyên sîyasî divê bêne berdan û qedexeyên li ser sîyasiyan werin rakirin.

- Ew hêzên mîlîter-paramîlîter (hêza taybet, qorûcî ûwd.) ko bi konsepta “şerê taybet” li Kurdîstanê hatine damezrandin, divê derhal werin belavkirin.

- Divê eskeriya mecbûrî bête rakirin.

- Divê makezagonek demokratîk ko hebûna netewa kurd û hemî kêmneteweyên din dipejirîne û mafên wan mîsoger dike, were çêkirin.

- Wekî organê xwe birêvebirina gelê kurd divê parlementoyek herêmî bête damezrandin û karên perwerdeyî, tendurustî, asayîş û xizmetguzariyên îdarî yên giştî aîdê vê parlementoyê be. Rêvebiriyên mehelî divê bêne demokratîzekirin û bihêzkirin.

- Divê her cure raman, bawerî, îfade û azadiya xwebirêxistinkirinê yekser bête pejirandin û îmkan bê dayin ko partiyên qedexekirî bi awayeke serbest tevlî jiyana polîtîk a legal bibin.

- Divê zext û zorên li ser ziman, dîrok û çanda kurdî bête rakirin, ji bo perwerdeya kurdî derfet bête dayin. Li Kurdistanê ji seretayî heta zankoyê zimanê perwerdeyê divê kurdî be û li herêmên dî jî divê kurdî wek dersa hilbijarî bête xwendin.

- Ji bo pêşxistina ziman, tarîx û çanda kurdî, divê enstîtu werin danîn û destekkirin. Navên tarîxî û cografîk ko hata nuha hatine guhartin, divê werin îadekirin.

- Divê kesên ko hatine koçberkirin, li cihên xwe bêne vegerandin û zerarên wan werin tazmînkirin.

- Jibo başkirina aboriya Kurdistanê ko van salên dawî bêtir xera bû û ji bo jinûve geşkirina çandinî û bazirganiyê, divê programên aborî yên taybet û mayînde bên pêkanîn.

- Mayînkirin sûcê dijî mirovatiyê ye, divê herêma me ji mayînan were paqijkirin.

Nivîskar: silav.net