Nûçe
News
Rêberê kurd Abdulmelîk Firat îro wefat kir

Amed, 29.09.09 - Rêberê Kurd Abdulmelîk Firat serokê berê yê Hak-Parê û neviyê rêberê serhildana 1925ê Şêx Seîdî îro seet 14.00ê li Enqereyê wefat kir.

Abdulmelîk Firat sala 1934ê hat dinyayê û sala 1957ê bi mezinkirina temenê xwe ya heft salan ji Demokrat Partiya Tirkiyeyê bû parlamenter.

Abdulmelîk Firat sala 1991ê ji DYPê bû parlamenterê Erziromê lê belê paşê ji siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê ya di heqê kurdan de hez nekir û dest ji DYPê berda û partiya Hak-Parê ava kir.

Rêberê kurd Abdulmelîk Firat wekî ansîklopediyeka agahdariyan bû û ji bilî kurdî û tirkî zimanê farisî, erebî, ingilîzî û fransî dizanî.

Nivîskar: silav.net