|
Stenbol, 06.11.2011 - Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî bi boneya hatina Cejna Qurbanê ya pîroz, pîrozbahî li gelê Kurdistan, malbatên Şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, aliyên siyasî û hemû Musilmanên Cîhanê kir. Ev jî teksta pîrozbahiyê ye..
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Qurbana pîroz ve, xweştirîn pîrozbahiyê pêşkêşî xelkê Kurdistanê û malbatên serbilindê şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû hizb û aliyê siyasiyan û sercem misilmanên Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî jî li Haciyên Kurdistanê ku niha li mala yezdan û mezarê pîrozê pêxemberê me yê mezin Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê li ser bê) rêwresma Hecê bi cîh digihînin.
Hêvîdarim hemû rojên gelê me şadî û xweşî bê û cejna îsal bibê cihê xêr û xweşiya hemû aliyek û aştî û bextewerî xwe li ser Iraqa Federal da bikêşê û Kurdistan jî bikevê qonaxekî dinê avadankirin û binyatnan û pêşxistina giyana birayetî û yekrêzî û pêkve jiyana ku îro bûye hêmaya jiyana serdemiyane.
Mesûd Barzanî - Serokê Kurdistanê
05.11.2011 - Stenbol
Nivîskar: silav.net
|