Nûçe
News
Şêx Saîd li bakûrê Kurdistanê hate bîranîn

Amed, 03.07.09 - Şêx Saîd û 47 hevalên wî ku ji aliyê Dadgeha Îstîklalê ya Rojava ve hatin dardakirin li cihê lê hatine hilawistin li ber Mizgefta Ulucamiyê hatin bîranîn.

Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên ji aliyê Dadgeha Îstîklalê ya Rojava ve hatibûn dardakirin, di 84'emîn salvegera dardakirina wan de hatin bîranîn. Komek endamên TEVKURD'ê li ber Mizgefta Ulucamiyê ku Şêx Seîd û hevalen wî lê hatibûn dardakirin hatin cem hev. Koma ku rêz girt, pîştre fatihe xwend.

Rêveberê TEVKURD'ê Parêzer Sitki Zîlan, daxuyand ku Şeyh Saît ji aliyê Dadgeha Îstîklalê ya ne serbixwe ve hatibû darvekirin û da zanîn ligel 84 sal derbas bûye jî, hîn têkoşîna Şeyh Saîd dida, berdewam dike.

Nivîskar: silav.net