Nûçe
News
Miliband jî bo pirsa kerkûkê Brîtaniya piştevanîya Neteweyên Yekbûyî dike
» Miliband - Barzanî

Selahedin, 24.04.08 - Îro David Miliband wezîrê derve yê Brîtaniyayê di serdanekê de bo Kurdistanê gihişte Hevlêrê û serokê Kurdistanê pêşwazîya wî û şandeye pê re kir. Paşî li serokê Kurdistanê û wezîrê karê derve yê Berîtaniyayê li havîngeha Selahedînê civiyan. Di civînê de behsa rewşa siyasîya Iraqê û peywendîyên Brîtaniya û Kurdistanê hat kirin. Piştî civîn wan bi dawî hatî, herdu alîyan di preskonferensekê de ronahî dan ser naveroka civîna xwe ya hevpişk.

Wezîrê derve yê Brîtaniyayê David Miliband got, ku welatê wî bi temamî piştevanîya xebat û hewlên Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina pirsa Kerkûkê dike.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî tekez kir, ku pirsa kerkûkê pirsek destûrî ye û di çarçêweyê destûra Iraqê jî de çare jê re hatiye danîn û got:” Arîşeya Kerkûkê mijareke destûrî ye û di çarçûveya destûra Iraqê de jî rêçare jê re hatiye diyarkirin.”

Serokê kurdistanê bi xêrhatina wezîrê derveyê Brîtaniya kir û spasîya alîkarî û piştevanîya hukûmeta Brîtaniyayê ya ji bo dostanîya bi gelê Iraqê û gelê kurdistanê re kir.

Wezîrê derve yê Brîtaniyayê jî got: Hikûmeta Brîtaniyayê wek endameke herdemî ya Konseya Ewlekariya Navdewletî, ji bo çareserkirina pirsa kerkûkê piştevanîya Hewlên Neteweyên Yekbûyî dike.

Miliband got ku divê pirsa Kerkûkê bi awayekî siyasî bihê çareserkirin û çare jî reyalîte be û ji bo ku ev mebest bi cih bihê, divê hemû alî alîkar bin.

Miliband weha da zanîn, ku heger qanûna gazê û petrolê jî li Iraqê bihê pesindkirin, dê bandorek mezin ji bo çareserkirina pirsa Kerkûkê çê bike.

Nivîskar: silav.net

Televîzyon Zindî | Satelît | Serokê Kurdistanê | Bajarê Kurdistanê | Navên kurdî | Online Games