|
Hevlêr, 15.12.08 - Îro li Hevlêrê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li serokê DTP-ê Ahmet Turkî û heyeta pê re kir. Di hevdîtinê de behsa pêşxistina têkiliyên ticarî yên di nêvbera Kurdistanê û Tirkiyeyê de hat kirin û ji bo çareserkirina problemên heyî jî behsa rêya diyalogê hat kirin.
Di hevdîtina herdu aliyan de ko sekreterê polîtburoya PDK-ê Fazil Mîranî jî amade bû behsa rewşa siyasî ya Iraqê û Kurdistanê hat kirin û heyeta DTP-ê jî bi kêfxweşî behsa guhortinên berçav yên li Kurdistanê kir.
Her îro heyeta DTP-ê li Parlamentoya Kurdistanê digel cihgirê serokê parlamentoyê Kemal Kerkûkî jî civiya û Kemal Kerkûkî amblemeka parlamentoyê wekî diyarî da serokê DTP-ê Ahmet Turkî.
Heyeta DTP-ê dê serdana bajarê Silêmaniyê jî bike û yan li Silêmaniyê yan jî paşê li Bexdayê bi serokkomarê Iraqê Celal Talebanî û berpirsên YNK-ê re jî bicive.
Nivîskar: silav.net |