Nûçe
News
Serokê Kurdistanê heyeta DTP-ê pêşwazî kir
» Ahmet Turk û Mesûd Barzanî

Selahedin, 14.12.08 - Duhî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwazî li serokê DTP-ê Ahmet Turkî û heyeta pê re kir û heta niho jî medyaya kurdî ji xwe re fantaziyan belav dike û hîç tiştekê di heqê nêveroka sohbeta wan de nizane.

Mirov li medyaya nêzîkî PKK-ê dinêre û bo nimûne Azadiya Welat dibêje “Bila kes hêvî neke, kurd şerê hev nakin”. Medyaya başûrê Kurdistanê jî behsa “çareseriya probleman bi rêya diyalogê” dike bêyî ko bibêje ka problem çi ne û ka ew problem dê bi çi awayî bên çareser kirin.

Hîç medyayeka kurdî nabêje ka gelo Mesûd Barzanî û Ahmet Turkî di vê hevdîtina duseetî de çi got yan minaqeşeya çi kirin. Hîç medyayeka kurdî nabêje ka gelo Ahmet Turkî ji Mesûd Barzanî xwest ko di hilbijartinên belediyayan de piştgiriya DTP-ê bike û wekî serokkomarê Iraqê Celal Talebanî bi aşkerayî piştgirya AKP-ê neke.

Hîç medyayeka kurdî behsê nake ka gelo Ahmet Turk û heyeta pê re dê li başûrê Kurdistanê di bin çavdêriya desthilata Kurdistanê de û bi rizamendiya dewleta Tirkiyeyê digel serokê KCK-ê Murat Karayilanî û hinek berpirsên dî yên PKK-ê bicivin yan ne.

Hîç medyayeka kurdî behsê nake ko gotinên rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî yên di heqê başûr û bakur de û gotinên Ahmet Turkî yên li ser qebra rêberê nemir yê miletê kurd Mele Mistefa Barzanî bi qasî erd û asîmanan ji hev cida ne û Ahmet Turkî bi gotina »Barzaniyê nemir li herçar parçeyan sembola xebata neteweyî ya miletê kurd e« balyozek li serê Abdullah Ocalanî û kemalîstên Tirkiyeyê da.

Encamên hevdîtina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê DTP-ê Ahmet Turkî di realîteyê de dê xwe nîşan bidin û dibe ko medyaya kurdî ti carî nekare hemî teferuatên wê fêm jî bike.

Qewl ew bû ho Ahmet Turk û hevalên xwe li Silêmaniyê jî digel serokkomarê Iraqê Celal Talebanî bicivin lê belê Celal Talebanî ji Kerkûkê yekser çû Bexdayê û dibe ko heyeta DTP-ê jî biçe Bexdayê da Celal Talebanî bibîne.

Nivîskar: silav.net

Televîzyon Zindî | Satelît | Serokê Kurdistanê | Bajarê Kurdistanê | Navên kurdî | Online Games