Nûçe
News
Rojnamevanekê Iraqî bi pêlava xwe êrişî Bushî kir ( Video )
» George Bush - Malikî

Bexda, 15.12.08 - Duhî George W. Bush serokê Emerîkayê dema ko digel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî beşdarî preskonferansekê bû rojnamevanekê ereb herdu kitên pêlava xwe derxist û avêt serûçavê Bushî lê belê yek jî lê neket çimko Bush pê re gehişt ko serê xwe bitewîne.

Bush hat Bexdayê da xatira xwe ji Iraqê bixwaze û rojnamevanê ereb di êrişa xwe de pê re gehişt ko dijûnekê bide serokê Emerîkayê û jê re bibêje ”Ev jî maçeka xatirxwestinê ye, sego!”.

Rojnamevanê ereb bi zanîn berî ko bikeve salonê preskonferansê çûbû û li nêv heriyê geriyayî bû da pêlava wî qirêjo bibe û bi wê pêlava qirêj û dijûna ”sego” wî xwest heqareteka herî xirab li serokê Eemerîkayê George Bushî bike.

Bushî û Malikî her duhî peymana ewlekariyê ya di nêvbera Iraqê û Emerîkayê de îmza kir û Bushî di heqê êrişa bi pêlava qirêjo de jî got ew qet netirsiya û guhê xwe nadiyê. Bushî hilweşandina desthilata Sedam Hisênî parast û got:

- Ev kar ne hêsanî bû lê belê ji bo ewlekariya Emerîkayê, ji bo hêviyên Iraqê û aştiya dinyayê pêwist bû.

Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî jî her duhî spasiya Bushî kir û got ew dostekê mezin yê miletê Iraqê ye ji ber wî arîkariya rizgarbûna Iraqê kir.

Nivîskar: silav.net

Kurdistan TV | Roj TV | elevîzyon Zindî |Online Games | Bajarê Kurdistanê | Navên kurdî