|
Bexda, 15.12.08 - George Bush Serokê Emerîka li Bexdayê digel Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê civiya û got wî dixwest bêt Kurdistanê lê belê demê wî kêm e. Bushî got ew kêfxweş e ko careka dî Barzanî bi cilûbergê Pêşmergeyan dibîne û piştrast kir ko dê hertim Kurdistanê biparêze.
Di heqê prosesa demokrasiyê de li Iraqê Mesûd Barzanî bêyî ko nav bide rexne li hikûmeta Nûrî Malikî girt û ji George Bushî re got li Iraqê hinek alî hene ko dixwazin destûra Iraqê berteref bikin û bi serê xwe biryaran bidin û got ew kesên ko baweriya wan bi destûrê hebe divêt van reftarên wiha nekin.
George Bushî Serokê Emerîkayê jî got:
- Divêt her problemeka ko heye di çarçeweya destûrê de bêt çareser kirin. Te xebateka zêde kiriye heta ko rewş gehiştiye vê sewiyeyê û roleka berbiçav ya te di Iraqa nû de, di amadekirina destûrê û hilbijartinên giştî de û di îmzakirina peymana ewlekariyê ya Emerîkayê û Iraqê de heye. Di hikûmeta niho û hikûmeta bêt ya Emerîkayê de hinek kes tevlî van meseleyan in û em piştgiriya sîstemeka demokratîk ya Iraqê dikin.
George Bushî ji Mesûd Barzanî re got silamên min li xelkê Kurdistanê bike û behsa piştgiriya berdewam bo Kurdistanê kir û got:
- Hesabê wê bikin ko dostên we pir in. Berî hemiyan ez dostê we me û dê hertim we biparêzim.
Serokê Emerîkayê kêfxweşiya xwe ji bo cilûbergên Mesûd Barzanî yên kurdî diyar kir û got:
- Ez kêfxweş im ko careka dî te bi cilûbergên kurdî û Pêşmergeyan ve dibînim. Heger mirov carekê ji bo doza azadiyê şerker be dê hertim ji bo azadiyê şerker be û tu hertim xebatkarekê serhişk yê azadiyê bûyî.
Nivîskar: silav.net |