Toronto, 19.08.09 - Şivan Perwer û tîma wî ya fîlmkêşanê roja yekşemê li Kanadayê li derveyê Torontoyê li ba Şelaleyên (Sûlavên) Niagarayê bi gumana terorîstên çekdar hatin destserkirin.
Roja yekşemê gava Şivan Perwer û tîma xwe ji bo televizyona Kurd 1-ê li ba Şelaleyên (Sûlavên) Niagarayê film dikêşan, hin rêwiyên ku di ber wan re derbas bûn ew şibandin terorîstan û îxbara wan li ba polis kir.
Polîsê Kanadî derhal birêket, hat bi çek û cebirxane dora wan girt. Lê ne çek dît, ne jî terrorist. Ji dêlva wê ve kamera hebûn û kesên ku film dikêşan. Hummereka reş jî ku Şivan ji kurdekî li Kanadayê deyn kirbû jî li ba wan bû. Tevî vê jî polîs bi tawana tîma teorîst ew girtin li erdê dirêjkirin, destên wan xistin kelemçeyan. lê dîtin ku şaşîtî kirine uzir xwstin, ew berdan. Rojnameya Sunê ew birin otêla wan North York Hotelê. Fahm bû ku rêwiyên ku ew dîtine, kamerayên wan şibandine çekên otomatîk.
Piştî serbestberdanê Şivan Perwer eşkere kir ku polîsan gelek miameleyeka xerab a dijwar bi wan re kiriye. Bi şerefa wan lîstiye, ew hew li Tirkiyeyê rastî miamleya polîsên bi vî awayî hatiye.
Polîsê kanadî jî radigihîne ku ew gelek xemgîn in, lê polîs tu nelirêyiyek nekiriye, her tişt li gor usulan meşandiye. Ji ber ku kesên tîma fîlmkêş a li wê derê baş îngilîzî nizanibûye, şaştêgihîştinek serî hildaye. Piştî ku mesele fahm buye, polîs ew serbest berdane.
Şivan Perwer dibêje: Eger ev li ser hidûd buye min karibû fêm bikira, lê li wê derê û bi wê miamelê! Polîsan berê çekên xwe dan me qîriyan, teslîm bin, teslîm bin, ez ê berra we dim ez ê we bikujim!
Esas rojê xweş destpêkiribû. Roja yekşemê bû, Şivan Perwer derketibû hemberî 300 kurdên ku bi çoş ew guhdarî kiribûn, pişt re tevî 3 hevalên xwe çûbûn Şlaleyên Niagarayê da fîlm ji bo programa wî ya Kurd 1-ê bikêşin.
Lê her tişt gelek gelek xerab derbas bû. Polîsan miamela terorîstan bi wan kir, heta wan derdê xwe da fahm kirin wan gelek acizî dît.
Yên li gel Şivan Perwer, şofêr Riza Eileik, Neg Medeine muzikerê tirk, û kameramanê ji Kurdistana Iraqê Akram Hidou.
Nivîskar: silav.net
Nûçeyên Kurdistanê bi ziman kurdî.
Kurdistan Kurdish Kurdi Kurd Nûçe News 4