|
Amed, 20.12.08 - Hikûmeta Tirkiyeyê ku amadekariya weşana kurdî ya di TRT-ê de dike, axaftinên kurdî yên li Meclisê qedexe kirin. Li gorî TBMM’ê ‘zimanê kurdî’ ‘zimanekî ku nayê fêmkirin’ e. Gotina Parlamenterê AKP`ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan a `Çem û çem` wekî her car bi îbareya, "Zimanek nayê zanîn" derbasî qeydan bû. Ev helwest wekî deşîfrebûna rûyê rastîn ê AKP’ê hate şîrovekirin.
Pêkanînên AKP’ê her roj zêdetir bêsamîmiyeta wê ya li hemberî kurdan radixe ber çavan.
AKP ku berî hilbijartinên herêmî li aliyekî amadekariya weşana kurdî ya di TRT`ê dike û li aliyê din kurdî li Meclisê qedexe dike. Piştî axaftinên Parlementerê Sêrtê Osman Ozçelîk ên li Meclisê wekî, "Parlementer bi zimanek nayê zanîn axivî" niha jî gotinên Parlementerê Şirnexê Hasîp Kaplan bi heman îbareyê hatin qeydkirin.
Memûrê girtînayên Meclisê digire cihên kurdî lê derbas bûyî wekî "...." hate nivîsandin û li bin nota, "Di vê beşê de parlementer bi zimanek nayê zanîn hind kelîme gotin" hate nivîsandin.
Kaplan ji bo şermezarkirina hikûmetê paketên komir û maqarnayê anîbûn Meclisê û ev tişt gotibûn: "Bêhna hemwelatiyan hatiye birîn, taqeta hemwelatiyan nemaye.
Ev gel berpirsyarê vê krîzê nîne. Ev qrîza nerêvebirina Hikûmetê ye. Ev gel dê di 29`ê adarê de AKP çem û çem bişîne." Gotina çem û çem hatibû derxistin.
Ji ber W'yê zarok hilnedan Tirkiyeyê
Pêşiya hilbijartinan AKP her çiqas îdîa bike ku kurdî qedexe nîne jî ji ber bikaranîna tîpên kurdî saziyên dewletê ceza didin kurdan. Herî dawî di 15 hezîrana 2008'an de zarokên bi navê Welat ku bavê wî demek berî niha ji ber zordariya li ser kurdan koçî Almayayê kiriye, bi malbata xwe re xwest bê Tirkiyeyê. Lê ji ber ku di navê wî de tîpa 'W' heye rayedarên Hikûmeta AKP'ê ya Wezareta Karên Hundir bi sedema W qedexe ye Welatê 7 salî vegerandin Almanyayê. Dewleta Tirkiyeyê dayîka Welat, Yadîgar D. hilda Tirkiyeyê lê Welat bi xwe vegerand. Parlementerê DTP'ê yê Amedê Akin Bîrdar ji bo aşkera kirina sedema nehildana Welat pêşniyarname dabû Meclisê.
100 YTL ceaz dan tîpa 'W'
Li Tirkiyeyê dema AKP'ê jî di nav de bi hezaran malbatên ji bo navên zarokên xwe bi kurdî danên serî li midûriyetên nifûsê dan. Lê ji ber tîpên W, Q, X di nav kurdî di cih digirin navê tu kesê nehatin qeyd kirin. Her wiha ji ber ku pankatên tîpên W, Q, X di nav de hatine daliqandin, bi sedan kes rastî dozan hatin. Cardin bi boneya ji bo pîrozkirina Newrozê serlêdan kirine û tîpa W hatiye bikar anîn derbarê bi sedan kesî de doz hate vekirin. Ji ber pankarta tîpa W tê de yî vekirine 100 YTL ceza dan 20 kesan. Her wiha ji ber bikar anîna van herfan heta niha bi sedan kesî bi nêzîk salek ceza hatiye cezakirin.
Leşkeran jî destûr neda tîpên W, Q, X
Serfermandariya Giştî jî di nîsana 2008'an de ji bo pîrozbahiyên 21 Nîsanê Cejna Zarokan û Sporê li saziyên dewletê afîş daliqandin. Di afîşan de ser tîpên Q, W, X hate xêzkirin. Di nivîsan ji saziyan re hatî şandin de jî hate xwestin ku nav û tîpên biyanî neyên bikar anîn. Derketibû holê ku ev yek bi destûra Wezîrê Parastina Neteweyî yê AKP'yî Vecdî Gonul hatiye kirin.
'Xala 222'emîn a TCK'ê astenge'
Ji rêbeverên Baroya Amedê Prz.Cîhan Aydin, daxuyand ku heta xala 222'emîn a TCK'ê hebe wê li saziyêm fermî ên dewletê bikaranîna tîpên "W, Q û X" ên di alfabeya kurdî de cih digirin qedexe be. Aydin, diyar kir ku der barê ka dî Heşt TV ve pirsgirêkê çewa çareser bike de ne xwedî agahîne û wiha axivî: "Li pêşiya bikaranîna tîpên mijara gotinê astengek mezin heye. Li saziyên fermî ji bilî tirkî tu tîpên din nayên bikaranîn. Heta ev xal neyê guhertin, ger TRT weşana kurdî bike û daraz jî li hemberî vê dengê xwe neke dê tiştek nebe. Lê ger di vê mijarê de gilî û gazinc hebin, dê lêpirsîn were vekirin an na em nizanin. Ev mijar mijarek siyasîye. Derheqê gelek kesan de tenê ji ber van tîpan doz hatin vekirin. Di encama gelek dozan de biryara beratê hate dayîn. Lê ji ber vexwandnameyan tê de tîpên kurdî hatine bikar anîn der barê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osaman Baydemîr û şaredarên din de gelek doz hatin vekirin û hin lêpirsînên di vê mijarê de jî dom dikin. Bi rastî hita niha di serî de daraz hemû maqamên fermî li hêviya biryara Dadgeha Bilind in. Di mijara ka wê der barê tîpên 'W, Q û X' de lêpirsîn û doz bên vekirin an na wê Dadgeha Bilind biryarê bide.
|