Nûçe
News
Berpirsiyara Rojnameya Azadiya Welat ji aliyê polêsên sivîl ve hate binçavkirin
» Emîne Demîr

Amed, 18.12.08 - Duhî polîsên sivîl yên Tirkiyeyê piştî nîvro Emîne Demîr Berpirsiyara îmtiyazê ya rojnameya Kurdî Azadiya Welat ji ofîsa rojnameyê ya li Amedê girt û bir Enqereyê. Polîsan ofîsa rojnameya Azadiya Welat jî serûbin kir.

Li gor ANF-ê birêveberiya rojnameyê bi daxuyaniyeka nivîskî behsa vê bûyera ko îro qewimî kir û got polîsên sivîl hatine ofîsa rojnameyê û bi seetan lêgeriyan di ofîsê de kirine û paşê jî rênedane ko Emîne Demîr aboqatê xwe jî ji binçavkirinê û revandinê agahdar bike.

Berpirsên Azadiya Welat dibêjin ew nizanin ka sebebê binçavkirin û revandina Emîne Demîrê çi ye û dibêjin dema ko polîsan ew bir Enqerê di rê de ew tenê pê re gehişt ko hinek hevalên xwe ji bûyerê agahdar bike.

Nivîskar: silav.net

Kurdistan TV | Roj TV | Bajarê Kurdistanê | Televîzyon Zindî | Satelît | Online Games