|
Amed, 12.12.09 - Serokê DTP-ê Ahmet Turk di heqê girtina DTP-ê de îro got biryara mehkemeya qanûna esasî ya Tirkiyeyê biryareke siyasî ye û got: — Li hemberî yên ko şer û tundûtûjiyê dixwazin [MHP û CHP] heta niha tu doz nehatine vekirin. Lê li hemberî partiya me ya demokrasîxwaz biryara girtinê hat dayîn. Ev yek jî rastiya biryarê radixe ber çavan.
Turk, herwiha eşkere kir ko ji niha pêve koma xwe ji parlamen vedikşînin.
Serokê DTP-ê Ahmet Turk piştî civîna parlementer û rayedarên partiyê li ber navenda giştî ya DTP-ê derket pêşberî çapemeniyê. Turk mijarên di rojevê de nirxand û behsa biryara derbarê pêvajoya paşerojê de jî kir. Turk bi sersaxî xwestina karkerên li Bursayê di kana komirê de jiyana xwe ji dest dane, dest bi axaftina xwe kir û domand:
— Li Tirkiyê karker, kedkar û derdorên xwedî nerîn, bawerî û çanda cuda bêkes in. Lazim e herkes xwedî li van malbatan derkeve û hevgiriya xwe xurt bike.
Ahmet Turk wiha axivî:
— Me heta niha nerînên xwe bi we re parve kirin. Ev civîna me ya dawiyê ye. Tirkiye di demek girîng de derbas dibe. Du sal û nîve em li parlamen in û me her tim aştî parast. Ez dixwazim gotineke gel her tim dubarekirî cardin bêjim, 'Xwîn bi xwînê, şidet bi şidetê, çek bi çekê nayê paqijkirin'. Ji bo rawestandina xwînê divê em avek pajij bikar bînin. DTP her tim ji bo aştiyê tevgeriya. Me xwest em bi gelê xwe re aştiyê pek bînin.
Turk, da zanîn ko ji bo aştiyê mesafeyên mezin li pişt xwe hiştine û wiha axifî:
— Lê îro yên aştiyê dixwazin, rawestandina şidetê dixwazin wekî terorîstan tên manîpulekirin. Ez ne ji bo parastina xwe, lê me di axaftinên xwe yên ko heta niha me kirine me got divê çek wek lêgerîna mafan neyên bikaranîn. Divê şidet ji rojeva Tirkiyê derkeve. Di hevokeke me de hûn nikarin tiştekî bibînin bikin em şidetê dixwazin. Lê ligel vê yekê Dadgeha Destûrê bi biryareke siyasî, statuko parastiye û darbe li bawerî, hêvî û daxwaza aştiyê xistiye. Ev ne biryareke hiqûqî lê siyasî ye. Bi awayekî din nayê ravekirin. Ez naxwazim biryara Dadgeha Destûrê bidim nîqaşkirin. Lê Leyla Zana ne damezrênera vê partiyê ye. Zana bû endam lê yekser li ser hişyariya dadgehê endamtiya wê hatiye betalkirin. Zana heta niha beşdarî tu xebatên partiya me nebûye. Li ser navê partiyê beşdarî tu xebatan nekiriye. Ligel vê yekê kirine sedema girtinê. Ev yek jî gotina Dadgeha Destûrê ya wekî, 'Me bi kîteyî mijar vekolîn kir' radixe ber çavan. Diyar e ka çiqas bi kîteyî mijar vekolandine.
Di berdewamiya axaftina xwe de Ahmet Turk got ko dê tekoşîna xwe ya demokratîk bidomînin û pêde çû:
— Tekoşîna me ya demokratîk dê dom bike. Ji ber ko me parlamen wek riya çareseriyê dît, em hatin vêdê. Divê gelê Tirk jî hinek tiştan bizanibin. Yên dibêjin "Ez parêzerê rêxistina terorê Ergenekonê me" heta niha rastî tu dozan nehatine. Lê yên aştiyê dixwazin tên qedexekirin. Yên gotina, "Dê hêrsa Tirkan bibînin" rastî tu dozan nehatin. Lê heta niha tu doz derbarê wan de nehatine vekirin. Lê yên rewabûnê û mafên gelê Kurd, azadiya gelan û demokrasiya hemdem dixwazin rastî dozan tên. Yên rastiya civakî tînin ziman û demokrasiyê dixwazin ji hêla mantiqeke pir rengîtî û demokrasiyê metirsî dibînin ve tên qedexekirin. Mantiq çiqas înkarker bibe jî ev welat dê rojekê aştiya xwe pêk bîne. Tekoşîna gelan a hevpar, xebata hevpar a parêzvanên demokrasiyê dê vê hişmendiya yek rengî ji holê rake. Li Tirkiyê yên demokrasiyê dixwazin û bedelê didin, nijada wan çibe bila bibe dê rojekê vê înkarker, îmhakar û asîmîlasyoncîtiyê bi dawî bike.
Ahmet Turk got ko Tirkiye di demeke xeternak de derbas dibe û wiha dirêjî bi axaftina xwe da:
— Îro em bi rewşeke ji her demê lezgîntir rûbirû ne. Pêwist e derdorên demokrasiyê dixwazin ên Tirkiyê îradeya xwe bikin yek. Ji bo hemû maf, azadî û mafên kêmnetewan bên cem hev û pêşengiya vê yekê bikin. Em îro wekî roja yekîtî û hevpariyê dinirxînin. Lazim e gelên Tirkiyê êdî xebateke hevpar deynin holê û bi mantiqê hevpar tevbigerin. Îro li parlamen diyalog tune, mantiqeke tehamûla nîqaşkirina çareseriyê nake heye. Ev ji bo Tirkan, Kurdan û gelên din pir xeter e. Em ji bo aştî û biratiyê şansekî biafirînin. Ligel van zordariyan tevan em li vir bang dikin. Kes nikare pirsgirêkên vî welatî nebîne. Dîrok û wijdana gel dê we darizîne. Tirkiyê ber bi kaos û şerê navxweyî ve nebin. Daxwazên vî gelî fam bikin.
Turk herwiha ragehand ko koma xwe ji parlamen vedikşînin û axaftina xwe wiha bi dawî anî:
— Ev hezar sale em li vî welatî bi hev re dijîn. Polîtîkayên dijber baweriya gelan bi hev nehiştiye. Lazim e ev yek bê dîtin û tedbîr bên girtin. Em vê biryara dadgehê hiqûqî nabînin û biryareke siyasî ye. AKP-a heta doh digot 'Em bi biryara gel hatin. Hûn nikarin biryara gel nebînin' îro derketiye holê, xwe bêdeng dike. Li benda ranta ji girtina partiya me ne. Ji bo xwe democrat in. Tiştên me salek berî niha gotîn niha bi zelalî derdikevin holê. Em siyaseta demokratîk girîng dibînin. Lê hevalên me biryara xwe bi zelalî anîn ziman. Koma me ji îro pêve xwe ji parlamen paşve kişandiye. Beşdarî xebatan nabe. Hêvîdarim em rojên aştiyane bibînin. Em li pişt biryara xwe ne. Li vî welatî dostên me hene. Hêzên artêşa demokrasiyê didin hene.
Nivîskar: silav.net
|